Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî got ku heke Serokê DYE Donald Trump, ê ku di meha pûşperê de li gel Îsraîlê Îran bombebaran kiribû, difikire ku tesîsên nukleerî yên Îranê îmha kirine, ew “xeyalan dibîne”.
Rêberê Îranê yê olî got “Baş e, dîtina xeyalan bidomîne!” û bal kişand bi ser gelek angaştên Trump kir ku digotin bernameya nukleerî ya Îranê “bi tevahî hatiye îmhakirin”.
DYE'yê di 22'yê Hezîranê de tesîsa bin-erd ya dewlemendkirina uranyumê ya li Fordo ya başûrê Tehranê û tesîsên nukleerî yên li Îsfehan û Natanzê bombebaran kiribû.
Rêjeya teqez a zirarê nayê zanîn. Lêbelê, serokê DYE'yê ev çend meh in angaşt dike ku tesîs “hatine îmhakirin”.
Trump, ku hefteya borî roja duşemê li Parlamentoya Îsraîlê axivîbû, û israr kiribû: “Me 14 bombe avêtin tesîsên nukleerî yên sereke. Wekî ku min di destpêkê de got, ev hatin îmhakirin û ev yek hate piştrastkirin.”
Trump, di hevpeyvîna xwe de ku roja yekşemê li Fox News hate weşandin, ev gotin bikar anî: “Dema me kapasîteyên wan ên nukleerî tune kirin, ew êdî nebûn zordestên rojhilata navîn.”
Elî Xamaneyî jî di civîna xwe ya bi werzişvanan re li Tehranê pirsî: “Çima Amerîka ewqas girîngiyê dide xwedîbûna Îranê ya li ser pîşesaziya nukleerî?”
Xamaneyî, xîtabî Trump kir û wisa lê zêde kir: “Tu kî yî ku dibêjî welatek dikare bibe xwedî çeka nukleerî yan na?”
Îran û DYE ku di serdema monarşiya Pehlewî de hevalbendên nêzîk bûn, piştî Şoreşa Îslamî ya 1979'an û krîza dîlan a li balyozxaneya DYE'yê, têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut kiribûn.